Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şaxê Hesekê bi boneya 15’ê Tebaxê semînerek da.
Semîner li hola TEV-DEM’ê ya li taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê hat dayîn.
Bi dehan rewşenbîr, endamên navend û saziyên sivîl ên bajarê Hesekê tevli semînerê bûn.
Di semînerê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê Bawer Can axivî û şehîdên azadiyê bîr anî.
Bawer Can diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê rûmet û giyanê gelan vegerand, mirovahî û welatparêziya wan xurt kir.
Têkildarî fermandarê Pêngavê Mahsûm Korkmaz bi nasnav Egîd, Bawer Can ev tişt anî ziman:
“Mahsûm Korkmaz di hemû aliyên leşkerî û rêxistinî de şoreşger û fermandar bû.
Pêngava 15’ê Tebaxê bi guleya wî ya destpêkê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker teqand, dest pê kir û bû qonaxeke berbiçav a dîroka gelê Kurdistanê.”