HPG: Li Şemzînan û Metînayê 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Çalakiyên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê û tolhildanê yên gerîlayên azadîyê dewam dikin.
Di çalakîya li Şemzînanê de 8 û çalakiya Metînayê de jî 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker li dijî çeperên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê gazên kîmyewî bi kar anîn.

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê, li bakur û başûr çalakîyên li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çalakîyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk ya dagirker daxuyanîyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir, di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir;

“Hêzên me 14’ê Tebaxê li qada Girê Koordîne li dijî dagirkeran ji du baskan çalakiyeke koordîneyî kirin.

Di encama van çalakîyan de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Heman rojê li qada Girê Kato bi çekên giran li dijî dagirkeran çalakî hate lidarxistin û bi rengekî serketî li hedefan hate xistin.”

HPG’ê diyar kir, herdu çalakiyên serketî yên li herêma Metînayê ji, bo hilanîna tola welatparêzê ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen hatin lidarxistin.

HPG’ê diyar kir, 14’ê Tebaxê li qada Girê Sor ya herêma Avaşînê jî li dagirkeran hate xistin.

Hate diyar kirin, heman rojê dagirkeran li dijî çeperên şer ên li qada Werxelê gazên kîmyewî bi kar anîn û bi helîkopteran hatin bomebaran kirin.

HPG’ê diyar kir, di çarçoveya Pêngava Şoreşer ya Bazên Zagrosê de li herêma Geverê jî, li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“6’ê Tebaxê 2 wesayitên leşkerî yên dagirkeran ên ji navçeya Şemzînanê diçûn qereqola Gemanê hatin kontrolkirin.

Yek ji van wesayitan, bi rêbaza sabotajê hate teqandin. Di vê çalakiya serketî de 8 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê da zanîn ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî hate lidarxistin.

HPG’ê ragihand 14 û 15’ê Tebaxê herêmên Zap û zevîyên gundên Amedîyê bi hawan û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Back to top button