Mûrad Karayilan: 37 sal in em li ser şêwaza 15’ê Tebaxê şer dikin û tevdigerin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê destnîşan kir 37 sal in ew li ser şêwaza 15’ê Tebaxê tevdigerin û got,
“Em bi serketina li Garê û berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê serbilind in. Ruhê fedayî yê 15’ê Tebaxê îro hîn xurt e, hîn serwer e.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bi wesîleya salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.

Karayilan destpêka nirxandina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, li Rêber Apo, gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan û gerîla pîroz kir.

Karayilan bibîrxist destpêkê bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Kemal Pîr û Xeyrî Dûrmûşan li zindana Amedê berxwedan bi pêş ket û da zanîn paşê jî bi pêşengiya Fermandar Egîd li çiyayên Kurdistanê bi Pêngava 15’ê Tebaxê kete meriyetê.

Karayilan diyar kir, 37 sal in ew li ser şêwaza 15’ê Tebaxê tevdigerin û wiha got,

“Em di salvegera 37’emîn a 15’ê Tebaxê de ne, ketine sala 38’an.

Em bi bextewar in ku bi serketina Garê, bi berxwedana Avaşîn, Zap û Metîna salvegera 37’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin.

Ruhê fedayî yê 15’ê Tebaxê îro xurtir bûye.”

Karayilan anî ziman ku, li ser tecrûbeya 37 salan û bingeha îdeolojîk û bawermendî gerîla wê di sala 38’emîn de hîn bêhtir karibe bibe bersiv.

Karayilan diyar kir, stratejiya dewleta Tirk qirkirina Kurdan e û da zanîn ev stratejiya wan li hemberî Pêngava 15’ê Tebaxê têk çû, encam negirt û wiha dewam kir;

“Di şer û êrîşên xwe yên van şeş salên dawîyê de, tevî ku piştgirî ji derve girtin lê bi ser neketin.

Berxwedan li Avaşîn, Zap û Metînayê dewam dike. Zêdeyî sê meh û nîv e nikarin Avaşînê dagir bikin.

Nikarin li Zapê bi pêşde biçin. Berxwedana me ne tenê li Zap û Avaşîn e, berxwedana me ji vir heta Îmraliyê ye.”

Karayilan: Aloziya bi PDK’ê re ber bi xirabûnê ve diçe divê herkes bi berpirsyarî tevbigere

Mûrad Karayilan di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku, êrîş neke, hêzên gerîla dorpêç neke û piştgiriyê bide berxwedana li dijî dagirkeriyê.

Karayilan ji PDK’ê xwest ku, aqûbeta her sê gerîlayên ku 26’ê Tîrmehê êrîş bire ser wan jî di demeke nêz de eşkere bike.

Her wiha Karayilan da zanîn, rewş û alozîya bi PDK’ê re niha ber bi xirabûnê ve diçe û bang li gelê Kurd, hunermend, siyasetmedarên Kurd kir bikevin dewrê û xwest herkes bi berpirsyariya xwe rabe.

Back to top button