Efxanistan di destê Talîbanê de ye

Çekdarên Talîbanê piştî bidestxistina hemû parêzgehên Efxanistanê niha jî kontrola paytexta welat Kabûlê bidest dixe.
Hat gotin ku serokomarê welat Eşref Xenî istîfaya kiriye û ji welat reviyaye.
Wezîrê Karên Derve yê Amarîkayê Tony Blinken got ku welatê wî armancên xwe yên li Efxanistanê pêk anîne û gotina derketina hêzên Amerîkî ji Efxanistanê weke derketina wan ji Vetnamê red kir.

Çekdarên Tevgera Talîbanê hemû parêzgeh bi dest xistin û niha bero têketina paytexta welat Kabûl in.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Hindir ya Efxanistanê ragihand ku Talbîan ji hemû aliyan ve dest bi êrîşa ser paytextê kiriye.

Hêzên Talîbanê beriya niha diyar kiribûn ku ew bi hikûmet re ketine diyalogan ji bo bê şer bikevin paytextê û Talîbanê got ku hikûmeta Efxanî heta têketina wan ji bo paytextê wê berpirsê ewlehiyê be.

Bi nêzîkbûna hêzên Talîbanê bero Kabûlê îro koçberiyeke komî ji xelkên bajêr pêk hat.

Dezgehên ragihandinê: Serokomar Eşref Xenî istîfa kir û ji welat derket

Dezgehên ragihandinê yên Efxanistanê ragihandin ku serokomarê welat Eşref Xenî istîfaya xwe erê kiriye û ji welat derketiye.

Dezgehên ragihandinê yên Tacikistanê jî gotin ku Eşref Xenî berê xwe dide welatê wan.

Hat gotin jî ku komeke ji berpirsyar û siyasedmedarên Efxanî di nav de serokê parlamanê heye ji paytextê derketin û bi riya balafireke Pakistanê çûn paytexta Pakistanê Islam Abadê.

Swêd û Almanyayê sefaretxaneyên xwe li Kabûlê girtin

Her wiha Swêdê karmendên baliyozxaneye xwe ya li Kabûlê derxistin û Almanyayê jî sefaretxaneya xwe li Kabûlê girt û bang li welatiyên xwe kir ku ji Efxanistanê derkevin.

Li aliyê din jî, Ozbakistanê hêzên xwe bi sînorê bi Efxanistanê re zêde kiriye.

Hat ragihandin ku derdora 90 leşkerên Efxanî derbasî Ozbakistanê bûn û daxwaza alîkriyê kirine.

Amerîka: Me armancên xwe yên li Efxanistanê pêk anîn

Rêveberiya Amerîkayê jî ragihand ku ew derbarê projeyên wê yên li Efxanistanê paş ve neçe ger Talîban gavên derketina welatiyên wê yên li Kabûlê xira neke.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Tony Blinken derbarê rewşa dawî ya li Efxanistanê axivî û got ku welatê wî armancên xwe yên li Efxanistanê pêk anîn.

Tony Blinken gotina derketina hêzên Amerîkî ji Efxanistanê weke derketina wan ji Vetnamê red kir û got ku armanca Amrîkayê ya bidawîkirina metirsiya terorê û egeriya êrîşên dijî Amerîkayê pêk hat.

Blinken diyar kir ku nema di berjewendiya Amerîkayê de ku li Efxanistanê bimîne û destnîşan kir ku ger Amerîka ji Efxanistanê derneketiba jî wê Talîban êrîşên xwe kiriban.

Wezîrê Karên Derve yê Amarîkakyê Tony Blinken got:

“Ger gotina rast were gotin, hêzên Efxansitanê nekarî parastina welatê xwe bike.”

Back to top button