Îro Şehîdên Komkujiya Şiêtat li goristana Şehîdan a gundê Ebû Hemam ê Dêrazorê hatin bibîranîn.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, nûnerên meclisên sivîl û leşkerî, Mala Jinê, meclisên herêmî yên Dêrazorê, bi sedan şênî û malbatên şehîdan di bîranînê de amade bûn.
Di bîranînê de kesên axivîn, şehîdên komkujiyê bi bîr anîn, berxwedana QSD’ê silav kirin û weha gotin:
“Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mil bi milê QSD’ê re ne heta ku navenda terorê û şandeyên wê were rûxandin.
Her weha sersaxî ji eşîra Şiêtat û tevahê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re het xweset û soza şopandina xeta şehîdan hat dayin.
Çeteyên DAIŞ’ê Tebaxa 2014’an komkujiyeke li dijî eşîra Şiêtat a gundê Ebû Hemam ê rojhilatê bajarê Dêrazorê pêk anîn.