Duh bi awayekî dijwar gundê Til Şenan ê Til Temirê ji aliyê dewletaTirk ve hat topbarankirin. Jinek di encamê de birîndar bû.
Ji bo naskirina rewşa dawî û encamên van êrîşan, nûçegihanê me xwe gihand deverên ku rastî êrîşan hatine û agahî bi par ve kirin.
Nûçegihanê me diyar kir ” Gûndên Til Şinan, Esfûriyê û rêya M4 ” hatin armnackirin.
Ji bilî van gundan, nûçegihanê me got ku gundê Derdara jî, bi dijwarî hat topbarankirin.
Li gundê Til Şinan jinek birîndar bû û li gundên din ziyanên madî çêbûn..
Nûçegihanê me ragihand jî ku balafirên keşfê li derdora Til Temirê difiryan.
Jixwe li ser gundên Efrîn û Şehbayê mîna her roj, dîsa êrîş hebûn.
Duh bi şev careke din gundê Soxanekê yê Şêrawayê û daristana li derdor, hatin topbarankirin.