Hemdan El-Ebid: Divê Yekîtiya Ereban planên dewleta Tirk têk bibin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir “Armancên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet diyar in; ew jî vejandina serdema împratoriya Osmanî ye.” El-Ebid bang li Yekîtiya Ereban û Meclisa Hevkariya Kendavê kir ku destwerdanê bikin û projeya dagirkeriyê, rawestînin. 

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, ji êrîş, binpêkirin her hene û zêde dibin..

Hemdan El Ebid, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gotina” Dewleta Tirk armanc dike aramî û ewlehiya herêmê xwerab bike” li dijî sûc û binpêkirinên li herêmê derket..

Hemdan El-Ebid piştrast kir “Sûriyê bûye cihê teror û destwerdanên dewletên herêmî û navneteweyî” û li vir îşaret bi dewleta Tirk û sûcên yên li herêmê kir.

EL Ebid got ku “Dewleta Tirk li gorî zagonên navneteweyî tevnagere û ev yek di sûcên wê yên dermirovî ku li dijî sivîl, zarok û jin li herêmê, diyar e.”

Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk dixwaze tevahî herêman dagir bike

Der barê helwesta Yekîtiya Ereban jî, Hemdan El Ebid eşkere kir “Heta van kêliyan Yekîtiya Ereban bi awayekî erênî der barê êriş û planan de neketiye tevgerê û tu daxuyanî derbarê van sûcan de nedane.”

El-Ebid destnîşan kir “Dewleta Tirk tenê dewleteke dagirker e û mîna bajarên li ser sînor, dixwaze hemû herêmên Sûriyê dagir bike û serweriya xwe bisepîne.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawiyê bang li Yekîtiya Ereban û Meclisa Hevkariya Kendavê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û projeya dagirkeriyê, rawestînin.

Back to top button