NY li ser geşedanên dawî yên li Efxanistanê dicive

Piştî ku tevgera Talîbanê paytexta Efxanistanê kontrol kir, Amerîkayê ragihand ku nêzî 500 welatiyên xwe ji Kabulê derxistin. 

Amerîkayê hêzên parastinê li derdora balafirgeha Kabulê kom kirine, da ku 400 hezar karmendên xwe yên mayî jê derxe.

Artêşa Fransî jî îro wê qefleya yekem a welatiyên xwe bi 2 balafiran ji Efxanistanê bikişîne.

Fînlanda her wiha ji ber rewşa heyî, wê balyozxaneya xwe ya li Kabulê heya demeke nediyar bigire.

Piştî kontrolkirina Kabulê, Talîbanê rêbendên ewlehiyê danîne û rewşa paytextê têk çûye.

Der barê revîna serokê Efxanistanê Eşref Xenî û kontrolkirina Talîbanê bo Kabulê de, îro NY dicive.

Duh jî bi awayekî eşkere, NY got ” Rewşa li Efxanistanê ji kontrolê derketî ye.”

Tevgera Talîbanê piştî ku Efxanistan bi temamî xist bin destê xwe, hewl dide ku hikûmeteke nû ava bike.

Back to top button