Rêveberê Odeya Çalakiyan a Hevya Sor a Kurd Şîndar Loqo ragihand “Pêla çaran a vîrusa Coronayê bandorê li tevahî mirovan bi hemû temenî dike û rêjeya pêketiyan li herêmê zêde dibe.”
Şîndar Loqo anî ziman “Pêla çaran a vîrusê bandorê li hemû temenan dike, heta bi zarokan jî û hejmara nexweşên Coronayê yên ji nexweşxaneyan re hatîn veguhestin, gihaştiye 23 nexweşan.”
Şîndar Loqo bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di vê qonaxê de bi saziyên tenduristiyê re alîkar bin.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 13`ê Tebaxê de, hejmara pêketiyan gihaşt 71 kesî.
Bi vê yekê re, hejmara pêketiyan ji destpêka belavbûna vîrusê ve li herêmê gihaştiye 18 hezar û 939 kesan.