Li Haitiyê Heta niha 724 kesan jiyana xwe ji dest daye

Bîlançoya qurbanên erdheja li Haîtiyê bi kêliyan zêde dibe. Heta niha 724 kesan jiyana xwe ji dest da.

14’ê Tebaxê bi hêza 7.2 pileyî li Haîtiyê erdhejek pêk hat.

Rayedarên wî welatî ragihandin ” 724 kesan li deverên cuda yên welêt jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûne.”

Tevahiya welêt ji ber bihêzbûna wê, bi erdhejê hesiya û heta niha karê lêgerîn û rizgarkirinê berdewam e.

12’ê Çileya 2010’an jî dîsa erdhejeke mezin çêbû, 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 300 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Back to top button