Rûsya û dewleta Tirk li Derayê li hevkirin

Piştî topbarana hêzên hikumeta Şamê û Furqeya 4`an û şerê bi çekdaran re, ji şeva din ve taxên Dera El-Beled aram in.

Di saetên destpêkê yên pêkanîna nexşerêyê de ku Rûsyayê girêdayî agirbestê pêşkêş kiriye, derketina sivîlên dorpêçkirî li Dera El-Beled û radestkirina çekan, taxên Dera El-Beled ji şeva din ve aram in.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku komîteya dan û standinan qebûlkirina bendan bi temamî dereng dixe.

Li gorî SOHR`ê, piştî ku komîteya dan û standinan ragihand ku wan bi temamî pêşniyara Rûsyayê qebûl nekiriye, topbaran û şer rû da.

Back to top button