EWROPA JI BO DAGIRKIRINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ, TIRKIYÊ HIŞYAR DIKE

”Ji bo ku aramî li rojhilatê Sûrî serdest be, Rûsiya û Emerîka desthilatdariya xwe li herêmê berfirehtir dike”.
Bi vî serenavî rojnameya Şerq-Elewset îro raporek derbarê hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de belav kir.

Rojnameyê di gotara xwe de destnîşan kir ku wezareta parastinê ya Emerîkayê (Pentagon), wê zêdetirî 400 leşkerên xwe li herêmên rojhilatê Feratê bihêle.

Her wiha ji bo ku aramî li herêmê serdest be, Emerîka û Rûsiyayê li ser pêşnûmeya ” Dij-Pevçûnê” li hev kirine.

Rojnameyê diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li pêşberî vê pêşnûmeyê dibin asteng.

Lewre, Waşinton û dewletên Ewropayê hişyarî dan Tirkiyê û got:

Hewldanên Tirkiyê wê bandoreke neyînî li têkiliyên wê bi rojava ”Ewropa” re bike û wê tevliheviyekê li Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbike.

 

Leave a Reply

Back to top button