Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li bajarê Bonn yê Almanyayê li ser vegera koçberên Efrînê li warê xwe li herêmên panelek xwe li dar xist.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got,
Pêwîstiya vegera koçberên Efrînê li warê xwe yê dagirkirî, bi garantiya navneteweyî û planên ewlehiyê heye.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li bajarê Bonn yê Almanya bi armanca vegera koçberên Efrînê li warê xwe panelek lidar xist.
Di panelê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî û got,
“Pêwîstiya vegera koçberan bi garantiya navneteweyî û planên ewlehiyê di heman demê de heye.
Pêwiste mal û milkên welatiyên yên ku hatine dizîn, werin vegerandin.”
Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku ji sala 2018`an ve rojane kuştin û revandin li Efrînê pêk tê.
Çiya Kurd banga yekrêziya xebatên Kurdistanê kir da ku sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî eşkere bikin û got,
Divê li her derê çalakiyan lidar bixin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser û diyar kir ku Rêveberiya Xweser encama îradeya gelên herêmê ye û baştirîn nemûneye ku bibe bingeheke nîştîmanî ji bo çaresrekirina aloziya Sûriyê.
Bedran Çiya Kurd da zanîn ku Rêveberiya Xweser ber bi pejirandinê ve diçe û dagirkeriya Tirk hewil dide ku vê pirojeyê tune bike.
Li aliyekî din Çiya Kurd da xuyakirin ku bêyî Rêveberiya Xweser û îradeya pêkhateyên wê aloziya Sûriyê çareser nabe.
Çiya Kurd îşaret bi zagona 107’an a 2011’an a ku ji aliyê hikumeta Şamê ve derket kir û ev tişt anî ziman:
Rêveberiya Xweser weke projeyekî ku taybetmendiyên wî yên civakî, siyasî, ewlehî, geşkirin û hiqûqî ku li gorî rastiya taybetmendiyên ku her herêmekê ji ya din cûda dike.
Zagona 107`an xwestekên gelên herêmê pêk nayîne.