KNK: Divê Iraq bi ruhê serdemê û nîştimanî li dijî vê rewşê raweste

Şandeyek Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca dagirkeriya Tirk ya li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê bixe rojeva hêzên Iraqî, li Bexdayê ye.
Di serdana KNK’ê ya bi aliyan re, teqezî li ser metirsiya hebûna artêşa Tirk a dagirker li ser xaka welat hate kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê her roj dagirkeriya xwe berfirehtir dike.

Şandeya KNK’ê duh bi Eniya Kurdên Feylî û Hevpeymana Nîştimanî ya bi serokatiya Eyad Ebdula re civiya.

Şandeya KNK’ê ku ji Cîgira Hevserokên KNK’ê Şehla Hefîd, endama rêveberiya KNK’ê Zeyneb Mistefa û Dr.Hakim Ebdûlkerîm pêk tê, destpêkê çû serdana Hevpeymana Nîştimanî.

Di civînê de behsa pêvajoya hilbijartinên pêşwext yên Iraq, dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê û destwerdana dewletên derve ya li nav xaka Iraqê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên endamên KNK’yê diyar kirin ku divê bi hemû awayî li dijî dagirkeriya Tirk were rewestandin.

Ji bo vê yekê jî pêwiste, Iraq bi ruhê serdemê û nîştimanî li dijî vê rewşê raweste.

Hat gotin, ew nebawerin di hilbijartina pêş de, Iraq bikare armanca xwe ya di demokratîkkirina welat bidest bixe.

Ji ber ku heya niha çek û malê dewletê di destê hêzê derve de ye.

Piştî wê şandeya KNK’ê serdana Eniya Kurdên Feylî kir û şande ji aliyê berpirsên eniyê ve hate pêşwazîkirin

Hat ragihandin ku Kurdên Feylî ji KNK’ê xwestine ku di qada navnetewî ji bo pirsa Kurdên Feylî û nasandina jenosîdê, divê hewldanên cidî werin kirin.

Eniya Kurdên Feylî jî ji şandeya KNK’êr e piştrast kirin ku ew dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ne.

Back to top button