HPG: Di operasyonên şoreşgerî yên li Metîna de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Bi salvegera cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê re gerîlayan çalakiyên xwe zêde kirine. HPG’ê diyar kir ku li Metînayê di operasyona şoreşgerî de 7 leşkerên dewleta Tirk ên dagirker hatin kuştin.

HPG’ê dazanîn ku ev operasyona şoreşgerî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hate lidarxistin. Fermandariya Biryargeha NPG’ê çalakiyên 15’ê Tebaxê silav kir û got, Em hevrêyên xwe yên tevlî van çalakiyan bûne silav û pîroz dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker hatine xistin.

Gerîlayan 15’ê Tebaxê dagirkerên li qada Girê Koordîne şopandin û çalakî lidarxistin.

Di vê operasyona şoreşgerî de herî kêm 7 dagirker hatin kuştin, 4 dagirker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran kuştiyên xwe ji herêmê bir.

HPG’ê dazanîn ku ev operasyona şoreşgerî ya serketî bi ruhê serketinê yê fermandarê nemir Egîd, ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye.

Li herêma Avaşînê;

15’ê Tebaxê li qada Girê Sor çeperên şer bi çekên giran hatin bombekirin.

Heman rojê artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi gazên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

Li qadê, tunelên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin.

16’ê Tebaxê ji serê sibehê û pê ve bi gazên bi jehr bombe li tunelên şer têne barandin.

Liv û tevgera keşfê ya li ser qadê dewam dike.

NPG çalakiyên gerîla yên ji bo salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kir

Li aliyekî din, Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û çalakiyên gerîla yên ji 6 heta 14’ê Tebaxê ku ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê hatine pêk anîn pîroz kir.

NPG’ê diyar kiyar kir ku di van çalakiyan de, 23 leşkerên dagirkerya dewleta Tirk hatin kuştin û wiha hate gotin.

Ev çalakiyên hatin lidarxistin asta branşbûnê û jinûve avabûnê ya HPG’ê radixe pêş çavan.

Pêkhatina van çalakiyan bi armanca silavkirina 15’ê Tebaxê û lidarketina wan di salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de xwedî wateyeke dîrokî ye ku radixe pêş çavan wê gerîlayên azadiyê di xeta serketinê ya Egîd de ti carî tawîzê nedin.

Fermandariya Biryargehê ya NPG’ê çalakiyên li qadên Şemzînan, Botan, Heftanîn, Metîna, Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê, hemû gerîlayên tevlî van çalakiyan bûne silav û pîroz kir

Back to top button