Mezlûm Umer: Vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Cinêvê destkeftiyeke girîng e

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê bi pêşketineke girîng bi nav kir.

Mezlûm Umer diyar kir ev nûnertî dê roleke girîng di kar û xebata bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê de, bilîze û bang li dewlet û hikumetên piştgiriya demokrasiyê dikin kir .

Rêveberiya xweser di 9’ê Tebaxê de nûnertiya xwe li paytexta Swîsre Cinêvê vekir.

Rêveberiya xweser ev gav weke xurtkirina têkliyên navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Siwîsreyê de ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer têkildarî mijarê ji jansa Hewarê re axivî û wih got:

Vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li dewletên Ewropa û herî dawî jî li Swîsreyê wekî girîngtirîn destkeftiyên ku rêveberiyê li ser asta siyasî û navneteweyî bi dest xistiye.

Umer bi bîr xist ku pêngava destpêkê ya van serkeftinan têkbirina çeteyên DAIŞ`ê ya li ser destê QSD`ê bû û avakirina projeyên li herêmê bû.

Mezlûm Umer destnîşan kir ku ev proje hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî demokratîk, şaristanî û pêşketî bi rê ve dibe.

Mezlûm Umer da zanîn ku ev serkeftina siyasî bi saya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) pêk hat.

Têkiliyên siyasî yê Rêveberiya Xweser ên li ser asta navneteweyî bi vekirina nûnertiyên li dewletên Ewropa ve sînordar nema, lê belê pêşket û gihaşt asta lidarxistina hevdîtinan.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer bang li dewlet û hikumetên piştgiriya demokrasiyê dikin kir û got:

“Dewletên nûnertiyên Rêveberiya Xweser lê hatin vekirin mînak bigirin û ji bo ku MSD`ê tev li danûstanên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê bibe.”

Back to top button