Reşo bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kir ku êrîşên Tirkiyê rawestînin

Endamê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Mehmûd Reşo êrîşa li dijî Şengalê şermezar kir û wek binpêkirina serdestiya Iraqê bi nav kir.

Mehmûd Reşo got:

“Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Şengalê dike.

Tirkiyê hemwextî salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxê de û salvegera komkujiya Koço de êrîş kir.”

Reşo da zanîn ku ev êriş di dema serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de pêk hat ku dixwest rewşa herêmê bişopîne û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk ji vê êrîşê armanc dike ku şêniyên Şengalê venegerin warên xwe, ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe.

Şêniyên Şengalê li gorî zagonên navneteweyî xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Ev êrîş li dijî zagonan e û li dijî serdestiya Iraq û hikumeta navendî ye.

Endamê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Mehmûd Reşo bang li rêxistinên mirovî yên cîhanî û Neteweyên Yekbûyî kir ku van sûc û kiryarên dewleta Tirk a faşîst rawestînin.

Back to top button