Li Haîtî Ji ber erdhejê 1297 kesan jiyana xwe ji dest dan

Welatê Haîtî yê ku bi krîza aborî û siyasî re rû birû ye, niha jî êşa ji ber erdhejê dikêşe. Bîlançoya erdheja şemiyê ku bi pileya 7,2 pêk hatî giran dibe.

Heta niha jimara kesên jiyana xwe ji dest dane hezar 297 derbas kir. Her wiha nêzî 6 hezar kes jî birîdar bûne. Erdhejê reva ji welat jî zêde kiriye.

Li Haîtî dimenê hilweşînê tê xuyakirin.

Haîtî ya roja Şemiyê bi pileya 7,2 erdhej lê pêk hat, berdêlên giran dide.

Xaniyên hilweşiyayî rewş û metirsiyê radixe ber çavan.

Xebatên derxitina ji bin kavilan j didome.

Ajansa Parastina Sivîlan ya Haîtî ragihand ku jimara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye, 1297’an.

Her wiha zêdeyî 5700 kes jî birîndar bûne.

Welatê ku hilweşînek mezin lê rûdayî, banga alîkariyê di qada navnetewî de kir.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 7,2 ye û 12 kîlometre li bakurê rojhilatê Saint-Jean-du-Sudê pêk hatiye.

Piştî erdheja ku li paytext Port-au-Princeya hat hîskirin, xelk bi tirs ketin kolanan.

Bi derbasbûna demê re, navendê erdheja ku di kûrahiya 10 kîlometreyan de hatî tomarkirin, hişyariya tsunamiyê da.

Hat diyarkirin ku ekîb ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê hatin kirin.

Serokwezîrê Haîtî Ariel Henry di daxuyaniyekê de got, erdhejê ziyaneke mezin li welat pêk aniye.

Henry li welêt ji bo mehekê rewşa awerte ragihandibû.

12’ê Çileya 2010’an di sedsalên dawiya li cîhanê de yek ji erdheja herî zêde bû sedema mirina kesan careke din li Haîtî pêk hatibû.

Li gor daneyên fermî, di erdheja 7 pileyî ya ku li başûrê welêt çêbû de 316 hezar kes mirin û 300 hezar kes jî birîndar bûn.

Di erdheja ku bû sedema xisareke mezin de 1,3 milyon kes bê mal man.

Back to top button