Ji ber lehiya li rojavayê Derya Reş 70 kesî jiyana xwe ji dest da

Ji ber karesata lehiya li Kastamonû, Sînop û Bartinê yên li rojavayê Derya Reş a Tirkiyê ku rabûyî jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî gihit 70″î.

Li gorî Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) li Kastamonûyê 60 kes, li Sînopê 9 kes, li Bartinê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

8 kes jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Heta niha li navçeya Ûlûs ya Bartinê 341 kes, li Kastamonûyê hezar û 480 kes, li navçeya Ayancikê ya Sînopê jî 560 kes hatine veguhastin.

Beşek ji kesên hatine veguhastin li cihên razana xwendekaran hatin bicihkirin.

Li herêmê her wiha kon têne vedan.

Di vê navberê de paqijkirina ji bermahiyên lehiyê jî didome.

Back to top button