“Komên çete yên li Serê Kaniyê ji bermahiyên DAIŞ’ê ne”

2 çeteyên dewleta Tirk ku ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hatine girtin diyar kirin ku piraniya komên çete yên li Serê Kaniyê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ne. Çete li wê yekê mikur hatin ku li wir dizî û talankirina mal û milkên sivîlan tên kirin û rewşa şêniyan pir xirab e. 

1’ê Tebaxê artêşa Tirk û çeteyên wî êrişî navçeyên Til Temir û Zirganê kir.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da û êrîş têk bir.

Piştî wê 2 çeteyên bi navên Semîr Nebîl Bisêla û Seed Xilêf El-Mutelib ji aliyê şervana ve hatin girtin.

Çete Semîr Nebîl Bisêla anî ziman ku dema ew çû Serê Kaniyê tevlî koma çeteyên El-Qehqah bû û got,

”Di encama axaftina di navbera min û çeteyekî Ebû Elî El-Qehqah de gule avêt min.

Ez ji lingê xwe yê çepê birîndar bûm û piştre bêyî werim dermankirin ez xistim girtîgehê.

Piştî 20 rojan ez serbest berdam û ji komê hatim derxistin.”

Semîr Nebîl Bisêla diyar kir ku çeteyên El-Qehqah ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Semîr Nebîl behsa sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Serêkaniyê jî kir û got,

”Rewşa şêniyên li Serê Kaniyê pir dijwar û xirab e, dizî û talankirina mal û milkên sivîlan bi bihaneyên derew tên kirin.

Tawan û buhaneyên wan jî ew Kurd in, yan jî bi rejîmê re yan jî tawanên dîtir”.

Çete Semîr ragihand ku paşxaneya dizîn û desteserkirina mal, milk û dikanên sivîlan pevçûn di navbera çeteyan de derdiket û got,

”Artêşa Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê tu carî destwerdan li şerê di navbera çeteyan de diqewime, nakin”.

Semîr Nebîl Bisêla diyar kir ku piranî komên çete yên li Serêkaniyê zarokan bi çek dikin û tevli şerên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin.

Çeteyê bi navê Seed Xilêf El-Mutelêb jî eşkere kir ku dema ew derbasî Serêkaniyê bûye rastî tu lêpirsînê nehat.

Sedem jî ew bû ku ajokarê ew derbas kiriye ji koma çeteyên Lîwa Şehada Bedir bû.

Seed Xilêf destnîşan kir ku ev kom jî ji komên li Serêkaniyê ne û bi sûcên xwe yên li dijî sivîlan tê nasîn û got,

Lîwa Şehada Bedir li rojavayê Serê Kaniyê ye û ji serçeteyên wê Ebû El-Qeqaa, Ebû El-Faroq û Ebû Mihemed El-Reqawî ne.

Ew serçete mal û milkên sivîlan desteser dikin û fîdyeyan li wan ferz dikin.

Back to top button