Elî El-Xanimî: Divê demildest helwest were nîşandan

Li dijî êrişa dagirkeriya dewlet Tirk ya li ser civaka Êzidî bertekên tund derketin. Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî El-Xanimî got,

êrîşa Tirkiyê ser Şengalê pêş çavên Mistefa Kazimî pêk hatiye û xwest ku demildest helwest were nîşandan. Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê û Koordînasyona Civaka Êzidî jî bang li Kurd û dostên wan kir ku bila seferber bibin û li hemberî êrîşên qirker rabin ser piyan.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî El-Xanimî derbarê êrîşa balafirên şer a dewleta Tirk ku îro li navenda Şengalê pêk hat de, ji ajansa Rojnews re axivî.

Elî El-Xanimî êrîşên ser Şengalê bi tundî şermezar kir û got ku êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengalê li pêş çavên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk hatin.

El-Xanimî diyar kir ku ev êriş îspat dike ku Tirkiye tu rêz li hemberî serweriya xaka Iraqê nîşan nade.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî El-Xanimî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezareta Karên Derve ya Iraqê û Parlamentoya Iraqê kir ku demildest dijî van êrîşan di asta navnetewî de bikevin nava hewldanan.

KCDK-E’yê bang li Kurd û dostên wan kir ku seferber bibin

Ji aliyê xwe ve, Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên domdar ser xaka Şengalê şermezar kirin.

KCDK-E’yê bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bila seferber bibin û li hemberî êrîşên qirker rabin ser piyan.

Koordînasyona Civaka Êzidî bang li gelê Kurd kir ku dakevin qadan

Koordînasyona Civaka Êzidî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê îro êvarê li gelek bajarên Almanyayê çalakiyan li dar bixin.

Koordînasyonê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyan eşkere kir û bang li gelê Kurd bi taybetî jî Êzidiyan kir ku dakevin qadan.

Back to top button