Hêzên Talîbanê piştî bidestxistina Kabûlê niha herçar aliyên welat kontrol dike

Çekdarn Talîbanê piştî bidestxistina paytext Kabula niha tevahiy welat kontrol dike. Rûsya jî ji aliyê xwe ve got, ew ti gefan ser welatên Asyaya Navîn ji aliyê Talîbanê ve nabîne û diyar kir ku ew dikarin piştre li gel Talîban danûstandinan bikin. Îran û Pakistanê jî piştgiriya xwe ji bo ewlehî û aştiya li Efxanistanê destnîşan kirin.

Ti carî bawar nedikaran ku wê cihên wan li Kabula paytext nemîne û hêvî nedikirin ku wê hêzên Talîbanê di kêmî 24 saetan de weke pêleke ji agir bikevin paytextê û kontrol bikin.

Ev dîmen didin xwuya kirin çawa Efxaniyên ku girêdayî hikumetê bûn ji tirsa Talîbanê dixwestin bi riya balafirxanya Kabulê derkevin ji derveyî welat.

Tirs û reva ber bi balefirxaneyê ve bû sedema ku welatî liyên Efxan jiyana xwe ji dest bidin.

Hêzên Talîbanê duh ketin Kaûbla paytext û yekser jî serokomar Eşref Xenî ji welat revî û hikumet ji hev ket.

Li gorî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Kabulê Serokomar Xenî bi erebeyên dagirtî pere reviya û hinek pere jî ji bo cih li balafira wî de nemabû man balafirxanyê.

Ji bilî bezdana serokomar ji Kabulê, her wiha gelek berpirsyar û kesên girêdayî hikumetê ji tirsa Talîbanê ji welat koçber bûn.

Amerîkayê derketina xwe ji Efxanistanê weke derketina ji vetnamê red kir

Amerîka ya 20 salan piştevaniy hikumeta Efxan ya hatî avakirin kirî jî bi hatina Talîbanê re, bû armanca rexneyên tund.

Heta binkeftina DYA ya li Efxanistanê weke rewşa wê ya li Viyetnamê hate nirxandin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ev gotin, redkirin û got:

Me armancên xwe yên li Efxanistanê pêk anîn.

Talîbanê dest bi desteserkirina çekên sivîlan li Kabulê kir

Her wiha îro li gorî dezgehên ragihandinê, Talîbanê dest bi desteserkirina çekên sivîlan li Kabulê kir.

Berdevkê Talîbanê derbarê mijarê got:

“Êdî pêwistiya gel bi çekan nemaye.

Em ne li vir in ji bo em ziyanê bigihînin kesekê, lê em ji bo parastinê hatine.”

Rûsya: Em ti gefan ser welatên Asyaya navîn ji aliyê Talîbanê ve nabînin

Li aliyê din, Nûnerê Taybet yê serokê Rûsyayê li Efxanistanê Demîr Kabûlûv got;

Rûsya ti gefan ser welatên Asyaya Navîn ji aliyê Talîbanê ve nabîne.

Talîban pêtir dikare danûstandinê bike.

Pakistan: Em ji bo vegera aştiya li Efxanistanê amade ne

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî, diyar kir ku welatê wî ji bo vegera aştiyê amade ye piştgiriyê bide Efxanistanê.

Qureyşî got,

ji bo çareseriya siyasî li Efxanistanê divê aliyên li welat dest bi diyalogeke giştî bikin.

Îranê ji bo gihiştina lihevkirineke niştimanî bang li aliyên Efxanî kir

Serokomarê Îranê Ibrahîm Reîsî jî ser piştgiriya ewlehî û aramiya Efxanistanê destnîşan kir û got,

Ew ê li gorî cîrantiya baş bi welatên derdrorê re tevbigerin.

Reîsî ji bo gihiştina lihevkirineke niştimanî bang li aliyên Efxanî kir.

Yekîtiya Ewropayê sibe civîneke awarte li dar bixe

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê José Borrell jî ragihand ku wê sibe wezîrên karên derve yên yekîtiyê civîneke awarte derbarê rewşa li Efxanistanê li dar bixin.

Back to top button