Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi civîneke çapemeniyê 25 jin û zarokên êzidî ku di pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kiribûn radestî Mala Êzidiyan a li navçeya Amûdê kir.
Nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, fermandarên QSD`ê, endam û rêveberên Mala Êzidiyan û gelek dezgehên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Ji fermandarên QSD`ê Berxwedan Amûdê axivî ê got:
“Em îro beşeke din ji êzidiyên ku hatine rizgarkirin, radestî Mala Êzidiyan dikin.
Da ku wan radestî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bikin”.
Her wiha ji rêveberên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Ziyad Hamid diyar kir ku ew ê 25 jin û zarokên êzidî radestî Meclisa Şengalê bikin.
Hamid di dawiyê de got,
Li gorî serjimariya fermî heta niha çarenûsa 3 hezar û 40 kesî ne diyar e.
Piştî civîna çapemeniyê êzidî û endamên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê berê xwe dan sînorê Iraqê da ku êzidiyên hatine rizgarkirin radestî Meclisa Şengalê bikin.