
Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda Efrînê 2 jin û li gundê Qurt-qulaq 12 sivîl revandin.
Li Efrîna ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin revandina sivîlan bê navber didome
Li gorî nûçeyên ANHA’yê ku ji hundirê Efrînê polîsên leşkerî yên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk, duh li kolana Vêlat a taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê 2 jin revandin.
Hêvîn Oso a 39 û Mizgîn Oso a 45 ji gundê Qestela Kîşik ê navçeya Şera ne,
Li aliyekî din jî çeteyan bang li sivîlan kirin ku koçberên Efrînê teşwîq bikin ku vegerin warên xwe.