Hêzên Asayîşê kujerên Remedan El-Mufdî girtin

Hêzên Asayîşa Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku kujerên Remedan Receb El-Mufdî hatin girtin.

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijdarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kir ku di 22’yê Tîrmehê terimek li keviya başûrê çemê Firatê ya li gundê Ekrêşî yê Reqayê hat dîtin.

Piştî ku terim ji bijîşkên edlî re hat şand eşkerebû ku kesê kuştî hatiye fetisandin.

Di encama wan lêpirsîn û komkirina agahiyan de hat eşkerekirin ku terim yê ajokar Remedan Receb El-Mufdî ye.

Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcan erebe li nava zeviyê Ekrêşî dîtin. Piştî beşa lêpirsînên agahî kom kirin, 4 kesên beşdarî sûcê kuştinê bûne, girtin.

Li gorî gitiyan rmanca vê sûcê jî, kesên bi navên E.H û E.Î ku sûcê pêk anîne erebeya El-Mudî bidizin.

Back to top button