Aldar Xelîl: Ji Iraqê tê xwestin ku serdestiya xwe biparêze

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Aldar Xelîl êrişa îro ya dewleta Tirk a li ser Şengalê bi binpêkirina serdestiya Iraqê, israra qirkirina êzidiyan û hedefgirtina fermandarên wê bi nav kir.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî êrîşa li ser Şengalê peyamek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir û tê de bang li hikumeta Iraqê kir ku serdestiya xwe biparêze.

Xelîl got: “Êrişa dawî ya Tirkiyê ya li ser Şengalê binpêkirineke tund li serdestiya Iraqê ye, siyasetên dagirkeriya Tirk ên li dijî tevahî herêmê piştrast dike.

Di dawiyê de Aldar Xelîl teqez kir ku israra dewleta Tirk ya li ser qirkirina êzidiyan û hedefkirina fermandarên wê îsbat dike.

Back to top button