WEZÎRÊ PARASTINA ALMANYAYÊ BI CHANAHAN GOTÛBÊJ KIR

Hebûna çeteyên DAIŞ’ê li ser cîhanê xeteriyeke mezin e.
Ji bo darizandina van çeteyan jî dadgehan navdewletî ketiye rojeva cîhanê.
Wezîra parastinê ya Almanyayê  Ursula ev mijar li Wezareta Parastinê ya Emerîkayê gotûbêj kir.

Avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê ketiye rojeveke sereke li herêm û Ewropayê.

Ajansa AFP’ê diyar kir ku Wezîra parastinê ya Almanyayê Ursula Von der Leyen bi nûnerê Emerîkayê yê demkî Patrick Chanahan re hevditin pêk anî.

Li gorî agahiyan mijara sereke çeteyên DAIŞ’ê yên di destê QSD’ê de bû.

Ursula Von der Leyen got;

Rewşa her kesî wê li gorî şert û mercan were çareserkirin.

Baweriya me ew e ku pirsgirêka sereke bi komkirina agahiyên li herêmê têkildarî kiryarên terorîstan ve girêdayî ye.

Çavkaniyekê ji Pentagonê jî diyar kir ku Washington ji reva wan çeteyên bi fikar e.

Weshington ji kesên Ewropa yên muhafazakar re pêşniyar dike ku navendên sûcdariyê yên ewletir peyda bike.

Li gorî Weshington dibe ku ev navend li Iraqê be.

Bexdayê jî pêşniyar kir ku bermberî darizandina van çeteyên girtî divê alikariyek zêde a pereyan were kirin.

Bi hezarn çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî di pêngava bagera cizîrê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin girin.

Ev hejmara mezin a çeteyan di girtîgehên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî de ne.

Ji bo wergirtina van çeteyan rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî gelek caran bang li li welatên Ewropayê kir ku welatiyên xwe yên tevlî DAIŞ’ê bigrin û bibin gel xwe.

Piştî bêdengiya welatên cîhanê rêveberiyê vê carê daxwaz kir ku dadgehek navdewletî li herêmê were çêkirin û ev çete li cihê ku sûç kirine werin darizandin.

Leave a Reply

Back to top button