Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî piştî ku Tirkiyeya dagirker navenda Şengalê bombebaran kir, ji Mûsilê berî da gundê Koço yê Şengalê.
Mistefa Kazimî û şandeya digel wî, di serdanê de, serî da goristana bêsûcên ku bûbûn qurbanê êrîşên DAIŞ’ê.
Kazimî li goristanê qurbanên Koçoyê bi bîr anîn û anî ziman ku tu tişt nikare li pêşiya avakirina welatê me û yekrêziya siyasî, nijadî û olî bibe asteng.
Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku divê êşa Êzidyan dubare nebe û wiha got:
“Em ê Êzidiyan biparêzin.
Êzidî jî Îraqî ne û xwîna Îraqiyan ne erzan e”.
Ya balkêş ew e El-Kazimî behsa êşên Êzidyan kir û yekcar êrîşa duh a dewleta Tirk a li ser Şengalê, neanî ziman.
Tê payîn Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî û şandeya xwe serî li navenda Şengalê jî bidin.