Mîşêl Ewn: Ez istîfa nakim û dê tekoşîna ji bo avakirina Lubnanê bidomînim

Mîşêl Ewn, Serokkomarê Lubnanê ragihand “Tevî hemû astengî û hewildanên reşkirinê jî, ew ê îstîfa neke û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Lubanê bidomîne.” 

Serokomarê Lubanê Ewn duh li Koşka Bebeda  li gel şandeya Meclisa Niştimanî ya Kombûna ji bo Lubnanê ya Fransayê re civiya.

Ewn li wir axivî û da zanîn tevî hemû astengiyan tekoşîna wî ya ji bo avakirina welat wê nesikine, heta dawiyê erka xwe bi cih bîne û istîfa neke.

Serokkomarê Lubnanê eşkere got “Tevî hewldanên hin aliyan ên bi armanca astengkirina avakirina hikumeta nû, em bi hêvî ne ku bi rêya avakirina hikuma nû di çend rojên bê de bighêjin çareseriyekê.”

Back to top button