Ji ber erdheja li Haîtî 1419 kes mirin nêzî 7000 jî birîndar bûn

Jimara qûrbaniyên ji ber erdheja bi pileya 7,2 ya li Haîtî ku roja Şemiyê pêk hatî giran dibe.
Ajansa Parastina Sivîlan ya Haîtî ragihand ku heta niha jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî ji 1400 kesî derbas kiriye.
Her wiha nêzî 7 hezar kes jî birîndar bûne.

Ajansa Parastina Sivîl a Haîtiyê diyar kir ku jimara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 1419’an.

Her wiha jimara birîndaran jî 6 hezar û 900’î derbas kir.

Tevî derbasbûna 3 rojan, hîna xebatên derxistina kesên di bin kavilan de dewam dike.

Hikumeta welêt ya ku jihevketine mezin dijî, banga alîkariyê ji qada navneteweyî kir.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 7,2 ye û 12 kîlometre li bakurê rojhilatê Saint-Jean-du-Sudê pêk hatiye.

12’ê Çileya 2010’an di sedsalên dawiya li cîhanê de yek ji erdheja herî zêde bû sedema mirina kesan careke din li Haîtî pêk hatibû.

Li gor daneyên fermî, di erdheja 7 pileyî ya ku li başûrê welêt çêbû de 316 hezar kes mirin û 300 hezar kes jî birîndar bûn.

Di erdheja ku bû sedema xisareke mezin de 1,3 milyon kes bê mal man.

Back to top button