Li ser sînorê Ermenistan û Azerbeycan 2 leşkerên Ermenî hatin kuştin

Li ser sînorê Ermenistan û Azerbeycanê careke din şer derket, 2 leşkerên Ermenî hatin kuştin. 

Ermexistanê ragihand ku li herêma sînorî ya di navbera artêşa wan û artêşa Azerbîcanê de şer derket, di ecamê de 2 leşkerên Ermenî hatin kuştin.

Piştî şerê sala derbasbûyî ku di navbera Ermenistanê û Azerbeycan li ser herêma Qerebaxê rû da, gelek caran bûyerên gulebarana di navbera herdû aliyan de çêbûn.

Di şerê li ser Qerebaxê ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe piştgiriya Ezerbêcanê dikir, derdora 6 hezar û 500 kes hatin kuştin.

Herî dawî bi navbênkariya Rûsya agirbest hat ragihandin û Ermenistan dev ji herêma Qerebaxê berda.

Back to top button