Li gundewarê rojhilatê Derayê şevê din di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên herêmî de, şer derket.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand “Duh êvarî li benda kontrolê ya Seyda ya li gundewarê rojhilatê Derayê şer derket û tê de çekên giran jî hatin bikaranîn.”
Der barê encamên şer de navendê ti agahî bi parve nekirin.
Li aliyekî din û hemwextî şerê dem bi dem ê li bajêr, hêzên hikumeta Şamê derdora bajarê Tefes ê bakur rojavayê Derayê jî armanc kir.