Efxanistanê..Gelek alî Amerîka sûcdara bûyerên heyî dibînin

Vekişîna Amrîka ji Efxanistanê, bûye cihê rexnekirina tevaya dewletên cîhanê. Brîtanya û Rûsya tawanbar dikin ku Biden bixwe rê li ber Talîbanê xweş kiriye. Biden dibêje “Ez bixwe li dû biryara vekişînê me û armanca me li wir pêk hat..” Li gor agahiyan jî, Tirkiye xwe amade dike ku piştgiriyê bide Talîbanê, da ku balafirxaneya Kabulê kontrol bike. 

Piştî 20 salan, Efxansistan ji nû ve bi tevayî kete jêr kontrola Talîbanê.

Efxanî, ji nebin dîlên serweriya Talîbanê, bi qeflan derdikevin derveyî welêt.

Di dîmenekî de, ku li her deverê bi awayekî zêde belav bû, Efxanan li balafirxaneya Kabulê xwe bi balafireke Amerîkî ve dadileqînin da derkevin û di bin deshilata Talîban de nemînin..

Brîtanya: Joe Biden rê li ber Talîbanê xweş kir

Li ser rewşa Efxanistanê ya aniha ku taybet piştî vekişîna hêzên Amerîkî kambaxtir bû, nerîn ji gelek aliyan derketin.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanî Ben Wallace anî ziman ku biryara Joe Biden a vekişînê, rê li ber Talîbanê vekir ku cardin welêt bi rê ve bibe.

Dewletên rojavayê, bitirs in ku Talîban ji nû ve bibe stargeha El-Qaîdeyê.

Rûsya: Amerîka 20 tirilyon dolar xerc kirin û dawiyê vekişiya!

Cîgirê Wezareta Derve ya Rûsî Alexander Groshko da zanîn ku Amerîka 20 tirilyon dolar xerç kirin û dawiyê vekişiye û got “Tiştê ku niha li Efxanistanê diqewime, ji ber Waşington û NATO jê vekirşiyan”.

Joe Biden: Biryara vekişînê durist û di dema guncav de bû

Joe Biden piştî rexneyan dibêje “Me armancên xwe pêk anîn. Ez bixwe li dû biryara vekişînê me û biryar dursit di dema guncav de bû.”

Piştî vekişînê, Biden ji bo penaberbûna Efxanan, biryarê dide ku 500 milyon dolarî veqetîne.

Macron: Têkçûna aramniya Kabulê, bandorê li tevaya rojavayê dike

Fransayê jî ragihand her du balafirên wê yên ji bo alîkariyê gihaştine Kabulê.

Serokê Fransî Emmanuel Macron anî ziman “Têkçûna aramiya li Efxanistanê, bandorê li tevaya dewletên rojavayê dike. Lewre em ê bi her awayî beramber tundiya Talîbanê rabin. Divê rewşa li wir di zûtirîn demê de aram bibe.

Berî niha, Tirkiye li gor plana NAYO’yê, wê balafirxaneya Kabulê biparasta, lê niha ji ya xwe bi paş de vegeriyaye.

Li gor agahiyan, Tirkiyê ragihandiye ew ê her cureyên piştgiriyê bide Talîbanê, eger bixwaze, da ku balafirxaneyê bi temamî kontrol bike.

Back to top button