TEV-DEM: Ev êriş sûcekî terorî ye û binpêkirina serweriya Iraqê ye

Li dijî êrîşê bertek ji aliyêTEV-DEM, TJK-E û Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl ve derketin. Aliyan diyar kir ku dewleta Tirk bi vê êrîşê piştevaniya xwe ya bi DAIŞ’ê re eşkere dike û bang li hikumeta Iraqê kirin ku serdestiya welatê xwe biparêze.

Duh dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêpîlot navnda bajarê Şengalê bombebaran kir.

Li dijî vê êrîşê Tevgera Civaka Demokratîk – TEV DEM daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi êrîşên bi vî awayî piştevaniya xwe ji terora DAIŞ’ê re eşkere dike.

TEV-DEM got ku ev êriş sûcekî şer ku dewleteke NATO’yê dike û binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye û berpirsên vê êrîşê NY’yî û rêxistinên hiqûqî dît.

Aldar Xelîl: Ji Iraqê tê xwestin ku serdestiya xwe biparêze

Aldar Xelîl, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD jî bi peyamekê li ser hesabê xwe yê twîtterê bang li hikumeta Iraqê kir ku serdestiya welatê xwe biparêze.

Aldar Xelîl da zanîn ku êriş binpêkirineke tund li serdestiya Iraqê ye û siyasetên dagirkeriya Tirk ên dijberî tevahî herêmê piştrast dike.

TJK-E: Dîktatoriya AKP û Erdogan dixwazin li herêmê serwer bin

Bi heman armancê, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê – TJK-E jî daxuyaniyeke nivîskî da û tê de anî ziman” Dîktatoriya AKP û Erdogan dixwazin li herêmê serwer bin û derbê li destkeftiyên gelê Kurd bixin.”

TJK-E bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku li hemberî polîtîkaya qirker a dewleta Tirk bisekinin û têkoşînê geştir bikin.

Back to top button