Ciwan Mele Eyûb :Êrîş lihevkirinên navneteweyî bin pê dikin

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk bi armanckirina rêya M4, lihevkirinên navneteweyî binpê dike. 

Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku ji beriya 10 rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine û diyar kir “Di 3 rojên dawî de êdî herêm bi dijwarî û bêserûber tê armanckirin.”

Eyûb da xuyakirin ku li herêmê baregeheke Rûsyayê heye û wekî hêzeke garantor li herêmê tê hesibandin û tevî êriş li dijî wan jî tê kirin, dîsa bêdeng in.

Dawiyê bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî, hêzên garantor û Civaka Navneteweyî hat kirin ku van êrişan rawestînin.

Back to top button