Gundê Dirdara û Til Şinan hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibê careke din gundên Til Temir û Efrînê ku tijî sivîl in topbaran kirin.

Nûçegîhanê me ji herêmê ragihand “Vê sibê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Dirdara û Til Şenan ên Til Temirê ku li ser riya Til Temir û Zurganê ne careke din topbaran kirin.”

Di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn.

Stasyona kehrebê ya li nêzî bargeha Rûsiya jî hate topbarankirin

Nûçegîhanê me eşkere kir “Di heman demê de derdora stasyona kehrebeyê ya li gundê Hemra ku nêzî bargeha Rûsya ye jî topbaran kir.”

Balkêş e ku Rûsiya vê carê jî derabrê topbarnê de tu helwest nîşan neda.

Gundê Til Şinan gundekî Asûriyan e û berî 2 rojan berê di topbarana li ser vî gundî de jineke birîndar bibû.

Li aliyê din jî dewleta TIrk a dagirker û çeteyên wê gundê Elqemiyê ya navçeya Şera bi dijwarî topbaran kirin.

Back to top button