Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê Ehmed Hiso oxir kirin

Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ehmed Hiso li goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin.

Îro bi sedan şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê Şehîd Ehmed Hiso yê ku bi erka xwe radibû şehid bûbû, li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi merasîmekê hat oxirkirin.

Di merasîmê de, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Yesmîn Tehlo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest û soza şopandina rêya şehîd Ehmed, da.

Birayê şehîd Cegerxwîn Hiso axivî û diyar kir ku şehîd Ehmed di oxira axa xwe de, şehîd bû.

Piştre, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hocîn Hîres wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Ehmed Hiso bi diruşmeyan hate veşartin.

Back to top button