ji bo azadiya endamên RJAK’ê kampanya îmzeyan hat destpêkirin

Ji bo endamên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), ku nêzî 2 hefte ye PDK’ê ew revandine, ji aliyê komek çalakvanên jin û rojnamevanan ve kampanyayek îmzeyan hate destpêkirin.

Di dema ku şandeyeke Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê RJAK’ê ku ji 3 kesan pêk dihat ji merasîma salvegera fermana 3’ê Tebaxê ya li Şengalê vedigeriyan, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin revandin.

Ev 10 roje aqûbeta rêveber û endama RJAK’ê nediyare.

Komek aktivîstên jin û rojnamevan ji bo azadiya endamên RJAK’ê ên ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin, kampanyayek îmzeyan destpêkirin.

Li ser navê koma çalakvan û rojnamevanan daxwaznameyak ji bo Desteya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, Desteya Bilind ya Kar û Barê Jinan, raya giştî û hemû aliyên pewendîdar hate şandin û belavkirin.

Di daxwaznameyê de tê gotin:

Her kesê xwe berpirs dibîne û dijî tundiyê disekine, bila li binê vê daxwaznameyê îmzeya xwe bavêje.

Back to top button