MXDŞ: Em ê tifaqa Êzidiyan ava bikin hesab ji dijmin û kujeran bipirsin

Meclîsa Xweser a Şengalê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser Şengalê diyar kir di roja serdana Kazimî ya li Şengalê de pêkhatin êrîşeke wiha armancên mezin a dijmin û dagirkeran jî radixe ber çavan.
Mecsîsê destnîşan kir ewê tifaqa Êzidîyan pêk bînin ku armanca Seîd Hesen bû û hesap ji dagiker û kujeran bipirsin.

Meclîsa Xweser a Şengalê, li ser êrişa ku dewleta Tirk a dagirker duh li ser Şengalê pêk anî daxuyaniyek da.

Meclîsê destpêka daxuyanîyê de bal kişande li ser êrîş û komkujîyên ku di meha Tebaxê de li dijî civaka Êzidî hatine kirin û hate gotin, ev meh ji bo Êzidîyan meheke bi êş û xemginiyê dagirtî ye.

Meclîsê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an bibîrxist û bal kişande li ser komkujîya 15’ê Tebaxa heman salê ku li gundê Koço hate kirin.

Hate diyar kirin wê rojê li Koço li ber çavên cîhanê komkujiyeke mezin hate kirin û wiha hat gotin,

“Sala 2018’an di roja salvegera vê komkujiyê de Mam Zekî Şengalî dema ji şîna Koço vedigeriya li gel hevrêyê xwe Mahîr, di êrişa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn.”

Meclîsa Rêveberiya Xweser ragihand tevî van fermanên bi serê wan ve hatiye, dijminê Êzidiyan her roj li pey kuştina Êzidiyan e, li pey qetilkirina pêşeng wan e.

Meclîsê diyar kir ku 16’ê Tebaxa 2021’ê, dewleta Tirk a ku dijminê Êzidiyatiyê ye careke din êrişeke bêbext li Şengalê kir û fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd xist û wiha dewam kir;

“Ev herdu hevalên pêşeng, di rojên teng de Şengalê parastin.

Dema xayinan pişta xwe dan Şengalê û xwestin Şengalê radestî DAIŞ’ê bikin wê demê hevalê Seîd rabû û got ‘Em xwedanê miletê xwe ne, em ê xwe biparêzin.

Em Şengalê nadin tu kesî’.”

Meclîsê da zanîn armanca êrişên dewleta Tirk ew e ku ferman bê dubarekirin û Êzidî bê serî, bê parastin û bê xwedan bên hiştin.

Meclîsê bi bîr xist ku êriş di roja serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî de ya li Şengalê pêk hat û got,

“Hêvî û bendewarî ew bû ku Serokwezîr Kazimî di serdana Şengalê de bi sazî û dezgehên ku nûnertîya civaka Êzidî dikin re jî hevdîtinê bike.

Tam di vê rojê de pêkhatina vê êrîşê, armancên mezin a dijmin û dagirkeran jî radixe ber çavan.”

Meclîsa Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de, soza mezinkirina têkoşînê da û diyar kir ew ê ji kujer û dagirkeran hesabê komkujiyan bipirsin.

Back to top button