HPG: Li Gever û Metîna 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li leşkerên Tirk yên dagirker xist.
HPG’ê diyar kir li Geverê di encama çalakîya gerîlayan de ku ji bo bîranîna welatîyê başûr Îbrahîm Hesen hate kirin de, 9 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin, wesayîteke zirxî jî hat ruxandin. HPG’ê da zanîn li herêma Metîna jî leşkerekî Tirk hate kuştin.

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber çalakîyan lidardixin.

Di encama çalakîyan de rojane derbên giran li dagirkeran tê xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de, li herêma Metînayê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin.

Hat diyar kirin 16’ê Tebaxê bi çekên giran 2 caran bi awayekî serketî derb li dagirkerên li qada Girê Kato hate xistin.

Hat gotin di heman rojê li dijî dagirkerên ku li Geliyê Girê Azad tevdigeriyan, hêzên gerîla bi rêbaza sabotajê çalakî kirin.

Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de jî leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin.

HPG’ê destnîşan kir, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de de jî, li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“16’ê Tebaxê hêzên me li du helîkopterên êrişê xistin ku dixwestin bombeyan li qada Stûnê ya Avaşînê bibarînin.

Heman rojê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, 2 wesayitên zirxî ku ji Qereqola Wargenima diçûn gundê Kendalokê, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin.

Destê sibê li dijî wesayita zirxî çalakiya sabotajê hate kirin.

Di encamê de wesayit bi temamî hate rûxandin, 9 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê diyar kir, ev çalakî ji bo hilanîna tola welatparêzê ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen, ku li gundê Deşîşê ji aliyê dewleta Tirk de hatibû şehîdxistin, pêk hat.

HPG’ê diyar kir,16’ê Tebaxê li herêma Avaşînê çeperên şer yên li qadên Werxelê û Girê Sor bi çekên giran, gazên kîmyawî û teqemnîyan hatin bombebarankirin

HPG’ê da zanîn, heman rojê herêmên Zap, Garê, Metîna û Heftenînê jî bi helîkopter, balafirên şere û hawanan hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin, ji ber bomberanê şewat li herêmê derketîye û dewam dike.

Back to top button