Malbatên girtîyan ên Şehbayê xwestin çarenûsa zarokên wan bê eşkerekirin

Malbatên girtiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyên Şer ên Şehbayê xwestin rewşa zarokên wan yên di girtîgehên Tirkiyê de bê eşkerekirin.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Avdar Elo û endamê saziya Gaziyên Şer Gîvara Şoreş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana girtiyan hat silava kirin û hat diyar kirin li girtîgehan zilm û kiryarên hovane li dijî girtiyan tên kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser çalakîyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk bang li rêxistina Efû ya Naveneteweyî hate kirin ku sînorekî ji kiryarên hovane yên li girtîgehên dewleta Tirk re, deyne.

Her wiha bang li Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî jî hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava tevgerê.

Back to top button