Li Başûrê Fransa agir gihişt avahiyan bi hezaran kes hatin veguhestin

Li herêma Var ya Fransayê ji ber şewata li nava daristanê pêketî, tevî geştiyaran bi hezaran kes hatin veguhestin.

Şewata ku li nêzî bajarê Gonfaron ya li başûrê Fransayê ku doh êvarî derketî, bi bandora bayê li ser qadeke 5 hezar hektarî belav bû.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Var, şewat gihaye nêzî 100 malan.

Bi hezaran kesên ku li nêzî herêm û wargehê dijîn hatin veguhestin

Nêzî 900 tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê dixebitrin.

Ji kesên hatine veguhestin hate xwestin ku kes li malên xwe venegere.

120 leşker jî ji bo ewlekarî û pêşîgirtina vegera li malên xwe li cihê welatî ji bo wê hatine veguhestin hatin bicihkirin.

Wezîrê Karên Hundirîn Gerald Darmanin di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da got, ew ê îro biçe herêma şewatê.

Back to top button