Ajsansa Enerjiya Atom a Navnetewî: Îranê ji sedî 20 dewlemendkirina ûranyumê pêk anî

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku Îranê ji sedî 20 ûranyuma dewlemendkirî bidest xistiye.

Serokê Ajansê Rafael Mariano Grossi di rapora xwe ya doh pêşkêşî welatên endam kir de got,

Me piştrast kiriye ku Îranê 200 gram ûranyuma ku ji sedî 20 dewlemendkirî bidest xistiye.

Ev tevgera Îranê careke din rastî berteka DYA’yê hat.

Berdevkê Wezareta Derve Ned Price got, ew bi hinceta Îran a hilberîna ûranyumê bawer nakin û ev tişt anî ziman:

Pêwiste Îran dest ji pêşketinên xwe yên nukleerî berde û bi hemû daxwaza xwe li danûstandinên heyî vegere.

Îran jî îdiayên DYA, bê bingeh dibîne û dibêje ew hilberîna ûranyumê ji bo bidestxistina enerjiyê bikar tînin.

Ji bo hilberîna enerjiya ku Îran pêwist dibîne jî pêwistî bi enerjiyekî herî kêm ji sedî 85 ûrnayumê heye.

Ji vê rêjeyê re ûranyuma ji bo çekên nukleerî jî tê gotin.

Her çend di teoriyê de tê gotin, çekek nukleerî dikare bi 20 % ûranyuma dewlemendkirî were hilberandin, lê ev rêjeyek bêbandor tê pejirandin.

Ûranyuma zengînkirî jî dikare wekî sotemeniyek di reaktorên ku ji bo pêşdebirina keştiyên deryayî yên wekî reaktorên neutronên bilez, keştiyên balafiran û keştiyên binavê yên balîstîk werin bikar anîn.

Back to top button