Tûra 1. A danûstanidinên hikumet û mixalîfên Venezuela bidawî bû

Tûra yekemîn ji danûstandinên navbera hikumet û muxalefên Venezuela ku 14’ê Tebaxê li Meksîkayê dabû destpêkirin bi dawî bû.
Aliyan li ser beşek ji xalên jiyanî yên li welat li hev kirin.

Ji bo dawî anîna aloziya siyasî û krîza aboriya li welat, hikumet û mixalîfa Venezuela li Meksîka di nava danûstandinan de ne.

Nûnerên partiya desthilatdar a Venezuelayê û mûxalefeta ku bi navbeynkariya Norwêcê hatin cem hev, biryar dan ku pêvajoya diyalogê ji cihê ku di 3-6’ê Îlona 2020’an de mayî bidomînin.

Di daxuyaniya hevpar a ku ji hêla Balyozxaneya Meksîkî ya li Norwêcê ve hatî weşandin de wiha hate gotin:

Wê bi awyekî zelal di warê siyasî û civakî de li gorî zagonên heyî bên rawestandin.

Hikumeta Bolivarian a Komara Venezuela û Platforma Unitary ya Venezuela piştrast kirin ku em hevdîtinên çêker pêk tînin.

Di bûyera vekirina danûstandinan de, bi amadebûna Wezîrê Karên Derve yê Meksîkî Marcelo Ebrard, aliyan bîranînek têgihiştinê ya ku şertên giştî pêk tînin îmze kirin.

Beşek ji xalên li ser hatine lihevkirin, baweriya bi hilbijartin, rakirina cezayan, rêzgirtina ji zagon û hiquqê re ye.

Serokdewletê Venezuela Nicolas Maduro di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ji bo domandina danustandinan wê hewildanên xwe bikin.

Maduro beriya niha gotibû, bi şertê hemû cezayên li ser welat bên rakirin ew dikarin li gel mixalîfê danûstandin bikin.

Back to top button