MSD: Hikumeta Şamê bi rêya lihevanînan ji çareseriyên bingehîn direve

Partiyên Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD`ê piştgirî dan xelkê Derayê ku li dijî hikumeta Şamê di nava têkoşînê de ne.

Partiyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî rewşa li Derayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de piştgiriya xelkê Derayê hat kirin.

Hat diyar kirin sala 2011`an çirûska şoreşê li wir dest pê kir. Piştre derbasî herêmên din bûn û sembolên azadî, edalet û demokrasiyê rakirin.

Partiyan diyar kir ku hikumeta Şamê bi awayekî hov li hemberî wan xwepêşendanan derket.

Partiyan destnîşan kir ku rewşa li Derayê nîşan dide ku hikumeta Şamê bi rêya danûstandinan ji çareseriyên bingehîn direve.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên Sûriyê û kesên azadîxwaz hat kirin ku ji bo rawestandina şerê Sûriyê û pêkanîna demokrasîyê û azadiyê bi awayekî çalak têbikoşin.

Back to top button