Çalakiya grevê ya li girtîgehan di roja 264’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ên girtiyên Azadiyê, yên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber di roja 264’an de dewam dike. Çalakiya nobeda ”Azadî ji Ocalan re” jî di hefteya 478’an de ye. Meryem Qamişlo jî ku di koma çalakiya nobedê ya vê hefteyê dewr girtiye, cih digire, got tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya komkujiyên li dijî gelê Kurd.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin, didome.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî bi koma 48’emîn di roja 264’emîn de berdewam dike.

Her wiha çalakiya li Mexmûrê jî di roja 243’yan û ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di 226’an de ye.

Çalakiya nobetê di hefteya 478’an de ye

Li aliyekî din çalakiya Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve, li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê girtin, di hefteya 478’an de didome.

Vê hefteyê aktîvîstên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Kîelê yê Almanyayê, çalakiya nobedê dewr girtin.

Di çalakiyê de Meryem Qamişlo ya ku li Almanya dimîne axivî û diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Ocalan tê wateya komkujiya li dijî gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê û got;

Rêber Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e û yekane rêya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd jî azadiya Rêber Ocalan e.

Meryem komkujiya li Şengalê ku bi destê dewleta Tirk pêk hatiye jî şermezar kir û wiha bi dawî kir.

Hesabê van êrîşên ku bi hevkariya PDK’ê tên kirin wê ji aliyê jinên Kurd ve bê pirsîn.

Bi zext, komkujî û zordariyê wê kes nikaribe Gelê Kurd ji riya têkoşînê vegerîne û wê her li ser piyan bin.

Back to top button