Balafirên şer ên Tirkiyê li nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê xist

Dewleta Tirk a dagirker îro careke din êrîşî Şengalê kirin. Dewleta dagirker vê carê li nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê xist.
Har ragihandin di encama êrîşê de sivîl şehîd û birîndar bûne.

Balafirên şer ên dewleta Tirk da girker piştî nîvro dersora saet 13:00 li nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya li Başûrê çiyayê Şengalê xist.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşan de şehîd û birîndar hene.

Balafiran jî destûr nedan ku kes bi alîkariya birîndaran ve biçin û xelkê gund ên xwestin biçin bi hawara birîndaran ve hatin hedefgirtin.

Şengaliyên ku piştî 3 êrîşan xwe gihandin nexweşxaneyê birîndar ji bin avahiya hilweşiyayî derxistin û veguhestin nexweşxaneyên din.

Di êrîşa duh jî ya ku dewleta dagirker li dijî Şengalê pêk anî fermandarek û şervanekî YBŞ’ê şehîd bûn û 3 sivîl jî birînda bûn.

Back to top button