Ji bo nîqaşkirina Aboriya Jin a Herêma Cizîrê li Qamişlo komcivînek hat lidarxistin, kesên beşdarî komcivînê bûn derbarê rewşa aboriya jinê de nerîn û pişniyarên xwe parve kirin.
Desteya Jin a Herêma Cizîrê, bi armanca pêşxistina aboriya jin li herêmê, komcivînek li Hola Zana ya bajarê Qamişo li dar xist.
Endam û Rêveberên jin ên partiyên siyasî, tevgerên jin û saziyên civaka sivîl tevlî komcivînê bûn.
Hevseroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Zeyneb Sarûxan diyar kir ku armanca wan pêşxistina aboriya jin e û tevlîkirina jinan a li kar e.
Her wiha Rêvebra Mala jin a Kantona Qamişlo Behiye Mûrad jî wiha nerîna xwe anî ziman.
Komcivîn bi pişniyarên projeyên girîng ên derbarê aboriya jinê de bi dawî bû.