Ji ber kêmbûna ava li gola Mead DYA “kêmbûna avê” ragihand

Li cîhanê hemû civak û welat berdêla guherîna rewşa avhewayê didin.
Guherînên li seranserê cîhanê jî êdî bi awayekî eşkere daxuyakirin ku di sîstema ekolojiyê de guhertin hene.
Tevî şewat û helîna qeşayê, zuhabûna ava vexwarinê jî xwe daye der.
Buroya Çaksaziyê ya DYA cara yekem bi fermî “kêmbûna avê” li bendava Mead, ya weke depoya herî herî mezin a avê li welate ragihand.

Di nava salên dawiyê de guherîna rewşa avhewayê di her warê jiyanê de xwe dide hîskirin.

Ev guherîn ne tenê ji bo welat yan parzemînekê derbasdare.

Li her çar aliyên cihanê bi bûyerên dawî yên derketi re ev tê xuyakirin.

Parzemîna Amerîka ya Bakur li aliyekê dişewite û li aliyê din jî bi kêmbûna avê re, zuha dibe.

Ji ber hişkesaliya li rojavayê welêt, Gola Mead ê îsal cara yekeme ji sedî 40 daket binê kapasî-teya xwe.

Buroya Çaksaziyê ya DYA (USBR) diyar kir ku tê pêşdîtin 2022’an rêjeya avê ya li golê hîn kêm bibe û ji ber vê yekê ew “kêmbûna avê” radigihînin.

Piştî vê daxuyaniyê, ava Çemê Kolora-doyê wê li gorî peymanan ji nûve bê belavkirin û qutbûn, wê dest pê bike.

Tê pêşbînîkirin ku eyaleta Arîzonayê ya ku ji sedî 18’ê ava ji çem distîne wê wenda bike û ev yek wê bandoreke sereke lê bike.

Piştî Arîzona, eyaleta Nevada ji sedî 7 û ji sedî 5 jî Meksîka wê dişopîne.

Buroya Çaksaziyê got,

Hewzeya Çemê Koloradoya Jorîn îsal biharek pir zuha derbas kir.

Herikîn ji Nîsanê heta Hezîranê ji sedî 26’ê li gorî rêjeya normal ên demsalî dimîne.

Li gorî pisporan, ji ber zêdebûna germahiya hewayê, kêmbûna ava berfê ya ku Çemê Kolorado têr dike û zêde vexwarina ku bi zêdebûna nifûsê re tê, asta ava Gola Mead ji sala 1999’an ve kêm dibe.

Pispor di heman demê de balê dikişînin ser vê yekê ku ji ber guherîna avhewa ‘hişkiya zêde’ a herî mezin a 500 salên dawîn, ji 2000’an ve li rojavayê DYA tê dîtin.

Back to top button