Ewropa ji ber Talîbanê di alarma veguhestina welatiyên xwe ya ji Kabulê de ne

Piştî hikumeta Efxanistanê ya 20 salan nekarî pêşî li pêşdeçûna Talîbanê gire, dawiya xwe anî.
Bi ketina paytext Kabulê re, li Efxanistan û welatên cîhanê rewşa alarmê derket.
Welatên Ewropa ji bo derxistina welatiyên xwe ji Kabulê balefir şandin herêmê.
Lê alozî û qerebalixiya li balefirxaneyê metirsiya li nava Kabulê da nîşandan.

Bi hezaran Efxaniyên ku nikaribûn vîzeyan ji welatên din werbigirin ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê ve çûn.

Tevî metirsiya ku wê jiyana xwe ji dest bidin jî xwe destê xwe bi balefirê ve dikirin û weke xeta rizgariya jiyana xwe dîtin.

Tirkiye bi şandina balafira rêwiyan a cureya Boeing 777 a Tirkiyê, welatiyên xwe yên li Efxanîstanê ji Balafirgeha Kabulê veguhest.

Tirkiye bi rêya balefirekê karî bi qasî 324 welatiyên xwe vegerîne welat.

Li gorî malpera Flightradar24, tenê balefirek ji rêwiyên Tirkiye doh gihiştiye welat.

Welatên Ewropa jî ji bo vegerandina welatiyên xwe ketin alarmê.

Belçîkayê bi şandina balafira leşkerî 100 welatî derxist û da zanîn ku seferên nû tên plankirin.

Artêşa Almanyayê piştî ku Talîbanê Efxanistan kontrol kir, yekemîn operasyona valakirinê bi serkeftî pêk anî.

Berlîn lîsteyek ji 2,500 kesên ku bi artêşa Alman û malbatên wan re dixebitin rizgar bike çêkir.

Serokwezîra Alman Angela Merkel jî got;

Ji derveyî parêzvanên mafên mirovan û parêzeran, nêzî 10 hezar kes, tevî malbatên wan, dikarin werin rizgarkirin.

Spaniya roja jî doh ragihand ku du firokên leşkerî yên cuda jibo qonaxa yekê ya valakirinê şandine Dubaî.

Dema ku welatên Ewropî yên wekî Îtalya, Romanya, Fînlandiya, Swêd û Fransa ji bo valakirinê balafir şandin, Rûsya ragihand ku ew nafikire ku balyozxaneya xwe li Efxanistanê vala bike.

Şandeya Kremlîn ya ji bo Efxanistanê diyar kir ku Rûsya yek ji wan welatan e ku ji bo parastina ewlekariya balyozxaneyên xwe ji Talîbanê garantî girtiye.

Back to top button